Bername

Pelikülün Sesi (Dengê Pelîkûlê)
Rojên Duşemê, di nava 21:00-23:00’an de, di Nor Radyoyê de
Ya ku amade û pêşkêş dike: Sibil Çekmen
Zimanê wê: Tirkî


Nayê zanîn bê ka beriya niha bi çend salan bû, ez çûbûme temaşeya filîmekê, ku niha navê wê jî nayê bîra min. Dema ku ez ji hêwana sînemayê derketibûm, yekane tiştê di bîra min de mayî newayek bû, ku di nava filîmê de digeriya; ji bo ku wê ji bîr nekim, min bi xwe bi xwe re, di ber xwe de, ew newa nehwirandibû heta ku gihiştibûme malê. Min di nava salan re çi qasî riya deriyên hêwanên sînemayan kire çirik, hinên din jî li wê newayê zêde bûn. Dawiyê, giş civiyan û bûn ‘Pelikülün Sesi’ (Dengê Pelîkûlê).


Ο αχός της Πόλης (O ahos tis Polis =Dengên Ku Ji Stenbolê Tên)
Rojên Sêşem û Pêncşemê, di nava 19:30-21:00’ê de, di Nor Radyoyê de
Ya ku amade û pêşkêş dike: Meeko Vasiliadis
Zimanê wê: Hurumî


Armanca sereke ya bernameya O ahos tis Polis (Dengên Ku Ji Stenbolê Tên), bi şêweyê wê yê ku li Anatoliyayê zeyîniye û geş pê ketiye, guhdaran bike çavnas li gel çanda Hellen. Ji bo ku vê yekê bi ser bixe, ew ê naveroka bernameyê ji bijarteyên ji mîtolojî û wêjeya Yewnanî pêk bîne, her wiha, deng û behsên kurt û bi taybetî yên herêmî bide guhdaran, bîr û boçûnên nû yên ku di nava hevpeyvînan û gotûbêjên ku li gel mêvanan bêne kirin re derkevin holê bi guhdaran re bêne parîhevkirin.

Η εκπομπή "Ο αχός της Πόλης" αποσκοπεί κυρίως στο να μεταφέρει στους ακροατές της την ελληνική κουλτούρα όπως αυτή αναπτύχθηκε και αναπτύσσεται στο μικρασιατικό χώρο, αλλά και να διασκεδάσει. Το πρόγραμμα περιέχει διηγήσεις κειμένων της μυθολογίας και ελληνικής λογοτεχνίας, αναλαμβάνει να ενημερώσει τους ακροατές με εκφώνηση τοπικών κυρίως ειδήσεων και προσπαθεί να μοιράζεται μαζί σας κάθε νέα σκέψη που συναντά μέσα από συνεντεύξεις ή κουβεντούλα με τους καλεσμένους.


Emek Günlüğü (Rojnivîska Kedê)
Rojên Sêşemê, di nava 22:00-23:00’yan de, di Nor Radyoyê de
Ya ku amade û pêşkêş dike: Melis Tantan
Zimanê wê: Tirkî


Berxwedan, kiryar, qanûnên ku derdikevin, şert û mercên xebatê, bar û doxa aborî… Gelo karker, kedkarên sazûmanê, xort û ciwan, yên bêkar û jin çawa dijîn? Em li ser hemû tiştên ku di nava hefteyê re li cîhana kedê qewimîne daxivin, li rojnivîska kedê tomar dikin. Her êvara Yekşemê, di nava saet 22:00-23:00’yan de, di Rojnivîska Kedê de…


Anuşabur
Rojên Sêşemê, di nava 22:00-01:00’ê de, di Nor Radyoyê de
Ya ku amade û pêşkêş dike: Sayat Tekir
Zimanê wê: Tirkî


Bernameya ku bi diruşmeya “Anuşabur, bernameya wekî eşûreyê!”, di sala 2006’an de, di Yaşam Radyoyê de, dest bi jiyana xwe ya weşanê kiribû, vê werçerxê, di Nor Radyoyê de ye. Anuşabur bernameyek e, ku mijara wê hemû çêjên, hemû gelên û hemû tepeserkiriyên li Anatoliyayê ye. Bername bi muzîk û mijarên ji çandên cihêreng ve xwe digihîne guhdaran.

Hemşin Öyküleri (Çîrokên Hemşînê)
Ya ku amade û pêşkêş dike: Mahir Özkan
Rojên Yekşemê, di nava 21:00-22:00’yan de, di Nor Radyoyê de
Zimanê wê: Tirkî


Gava ku min gazî dayîka xwe kir, da ku were li albûma ‘Vova’yê guhdarî bike, di dêst de gêziya wê, hat. Hat li kuja paldankê rûnişt. Awirên xwe kuta kompîterê û di nava tariya li hundirê wê de winda bû. Wê ew çend bi baldarî û ew çend li kûr dinihêrî, kî dizanibû çi didît… Min ne bi dilekî, lê bi heft dilan dixwest bikaribim xwe bigihînim wî ciyê ku wê didît… Niha li ber çiraya zenûn a lempeyên gazê yên zozanan ketime rêwîtiyekê. Û ez dixwazim çîrokên vê rêwîtiyê bibêjim ji we re… Her Yekşem, di nava 23:00-00:00’an de, di “Hemşin Öyküleri” (Çîrokên Hemşînê) de…


Sevani Yerkatsank
Rojên Çarşemê, di nava 22:00-23:00’yan de, di Nor Radyoyê de
Ya ku amade û pêşkêş dike: Sevan Karabetoğlu
Zimanê wê: Tirkî


Li Tirkiyeyê, gava ku qala Muzîka Ermenî tê kirin, tu nemaye hergav heman stran têne bîra her kesî, her wekî, “Sarı Gelin” û “Sude Sude”yê. Lêbelê ev bi tenê lêlê ye, hê lolo heye. Heke hûn amade bin bo vedîtina vê loloya ku hê nehatiye gotin, em her Çarşem, di “Sevani Yerkatsank”ê de, rastî hev bên.



Dengê Hêviyê (Umudun Sesi)
Rojên Îniyê, di nava 19:30-21:00’ê de, di Nor Radyoyê de
Ya ku amade û pêşkêş dike: Bedel Boselî
Zimanê wê: Kurdî


Dengê Hêviyê (Umudun Sesi) dike mûsîk, ziman, çand, wêje û dîroka kurdan bi hûnandina mûsîkê bi we bide nasandin. Mijarên balkêş li benda pêşkêşiya we ne. Hûn jî ji bo pêzanînê amade bin.



Müzik Kutusu
Cuma Günleri 21:00-23:00 Arası Nor Radyo’da
Ya ku amade û pêşkêş dike: Nayat Boyacı ve Hena Örs
Zimanê wê: Tirkî


Sevdiklerinizle gönlünüzden geçen parçaları mı paylaşmak istiyorsunuz? O halde siz de bir dilek tutun ve kutuya istek parçanızı atın...


Namag (Kendimize Mektuplar)
Cuma Günleri 23:00-01:00 Arası Nor Radyo’da
Ya ku amade û pêşkêş dike: Anjel Dikme
Zimanê wê: Tirkî


Bu bir dostlar meclisidir canlar...
Önceden olacağını bildiğimiz tek şey; sevgiyle sarmalanmış paylaşımlardır, şiir ve şarkılar eşliğinde...
Gerisi?
Kim bilebilir hangi dostun, hangi "AN"da, bize okuyacağı "kendisine yazılmış" bir mektubun içeriğini?
"Kendimizi" ziyaret edeceğiz sıkça...
"BEN"i bulmaya dairdir sorularımızın hedefi...
"İNSAN"ı merak ederiz en çok...
"Adresini Bilen" yollanmamış mektuplar yazarız hep...
Siz de, en çok "kendinizi özlemelerdeyseniz" katılın bize ...


Şk'uneburi K'aidepe (Newayên Xweserî Me...)
Rojên Şemiyê, di nava 19:30-21:00’an de, di Nor Radyoyê de
Ya ku amade û pêşkêş dike: Firdevs Periloğlu
Zimanê wê: Lazî-Tirkî


Ji Şaristaniya Colchisê ya kevnar heta roja îro, xurttirîn nimûneyên kelepora me ya dîroka devkî; newayên Lazî…

Rêwîtiya Laziya ku yek ji dêrîntirîn zimanên Anatoliyayê ye, di Nor Radyoyê de…

Zêmar, lorîk, dastan û kilamên me…

Çi tiştê têkildarî “şk’unebura – xweserî me” ziman, çand, kelepor, dîrok û muzîka Lazan hebe, di vê bernameyê de ye…


Colchisişan ham ndğalepe-şakis na moxtu, Lazuri k'aidepe...
Anatoliaşi 3'oxlenuri ar nena na ren, Lazuri; ha3'i Nor(Ağani) Radyoşi gza-gedveri...
Bgara, nani, dest'ani do metk'oni birapape şk'uni, nananena şk'uni; Lazuri...
Lazuri nena, xaçka, do şk'uneburi mtelis Nor(Ağani) Radio's ren aşkva... !


Çıfıt Çarşısı
Pazar Günleri 19:30-21:00 Arası Nor Radyo’da
Ya ku amade û pêşkêş dike: Balkan Talu
Zimanê wê: Tirkî


Ağabeylerim,ablalarım,
Radyonuzda dinlemek üzere olduğunuz bu program her evin ihtiyacıdır. Kafa, mide, vicdan bulandırır. Kulağınıza her an Sezen Aksu da çalınabilir, Leonard Cohen de Rolling Stones da Tracy Chapman da The Clash de. Çeşitlerimiz arasında Tülay German da bulunur Erkan Oğur da. John Lyndon, Patti Smith duyup “Hayda ne oluyor nümayiş mi var?” da diyebilirsiniz, ki her an olabilir, Kudsi Ergüner eşliğinde uzaklara da dalabilirsiniz. Adeta Mevlana kıvamında olan bu şizofrenik programda söyleyecek ya da söylenmiş lafı olan ve kakafoni yaratmayan her tür ve her sanatçının eserleri çalınır. Üstelik şehir hatları vapurlarında bir (1) yeni liraya edinebileceğiniz bu program internet bağlantısı bulunan her yerde tamamen beleş.


Orn e Gantsni
Rojên Pêncşemê, di nava 21:00-22:00’an de, di Nor Radyoyê de
Ya ku amade û pêşkêş dike: Pakrat Estukyan ve Talar Selsu
Zimanê wê: Ermenkî


Li gel Pakrat Estukyan bernameya hefteyî ya şiroveyî.


Balığın Çığlığı (Hewara Masiyê)

Ya ku amade û pêşkêş dike: Lale Alatlı ve Vasso Taki
Zimanê wê: Tirkî û Hurumî


Nebê hûn bibêjin, îcar Balığın Çığlığı (Hewara Masiyê) çi ye! Heke hûn piçekî bi baldarîtir lê guhdarî bikin, hûn ê jî bibihîzin dengê zindiyên din, ên ku ji dilovaniyê û pê ve hêviya tiştekî din ji me nakin. Ji bo mafên yeksan ên ku pêwîst e bibin hemû zindiyên li cîhanê, werin em guh bi ser hewara wan de kerr bikin di Nor Radyoyê de!

Copyleft 2009 Nor Zartonk
Türkçe
Հայերէն
English
Kurdî
Ελληνικά
Lazuri